Fêsel Yûsif: Amerîka ne li dijî gelê Kurd e

Derbarê daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê ku ew ne bi bijardeya federalîzmê li Sûriyê ne, ENKS dibêje ku Amerîka ne li dijî gelê Kurd e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê ku ew ne bi bijardeya federalîzmê li Sûriyê ne, ENKS dibêje ku Amerîka ne li dijî gelê Kurd e.

Hevrêzê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê Fêsel Yûsif ji K24ê re derbarê daxuyaniyên Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê de, ragihand û got: “Amerîka her tim dibêje ew li aliyê biryara gelê Sûriyê ye. Em xebata xwe berdewam dikin wek beşekî gelê Sûriyê, Amerîka ne li dijî gelê gelê Kurd e, heger Amerîka dibêje ewê bi hikûmeteke li Şamê re ne, jixwe emê jî di wê hikûmetê de beşdar bin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê John Kirby Li ser pirsa daxwaza Kurd ji federalîzmê, got: "Eger hûn ji min dipirsin gelo Emerîka herêmeke xweser ji bo Kurdan dixwaze yan na, ez dibêjim na. Me gelek caran gotiye û em careke din jî dibêjin ku em Sûriyeke hevgirtî û bêyî cudahiya mezhebî dixwazin."

Derbarê heger Rûsya mafê federalîzmê bi TEV-DEMê de, helwesta ENKSê dê çi be de, Yûsif diyar kir ku, ne Rûsya fedarlîzmê dide, Encûmena Asayişa Navdewletî li çareseriyeke siyasî li Sûriyê diger, ENKSê jî bi komkirina 625 hezar îmze, bi xurtî di çareseriya siyasî de heye.

Yûsif derbarê ku hîn Îtîlav li mafê federalizmê bo Kurdan erê nekirye de, got: “Gava me bi Îtîlafê re belgename îmze kiriye, ev xaleke nakok bû di navbera me de, lê di wê belgê de me maf da xwe ku em wek ENKSê kar bikin bo di Sûriyeya pêşerojê de federalizm pêk were. Herwiha Rûsya dibêje ku bi federalîzmê re, gava Amerîka radigihîne plana B heye, gava Serokatiya Herêma Kurdistanê piştgêriya federalîzmê dike, dibe hêzek ji daxwazên me re.”