Gendelî di bikirêdana mulkên Wezreta Ewqafê de hatîye kirin.
K24- Hewlêr:
Kurdistan24 hebûna kêmasyê û bi hederdana samnên welat li girêbestên bi kirêdana mulkên Wezreta Ewqaf û Karûbarên Ayînî aşkera dike. Berpirsekê wezaretê jî îtrafê bi kêmasîyan dike di girêbestan de.
Endamekê Perlemana Kurdistanê guman li girêbetsan heye û dibêje: Renge hinek kes ji van girêbestên Wezreta Ewqafê sûdmend bin.
Li gor wan belge û girovên li ber destên Kurdistan 24 hene, Wezreta Ewqafê xwedîyê zêdetir ji 6500 corên mulkên serbxweye ku pêkhatine ji zevîyên çandinê, cihên bazrganî, dukan, xanî, balexane, hûtêl û mol jî hene, dahata salaneya wê digehe dû milyar dînaran, ev di demekê deye ku pişkek ji van mulkan bi musatehe û bi bihayeka kêm û çevengî hatine bi kirêdan.
Di vê Molê de, nêzîkî 70 dukan hene ku kirêya mehane di navbera yek milyon heya heft milyon dînarên Îraqê deye. Eger krêya her dukanekê 2 milyon dînarê Îraqî be mehane dê bigehe 140 milyonan û salane digehe yek milyar û 680 milyona dînaran. Ev di demekê de ye ku Wezareta Ewqafê salane tenê 20 milyon dînaran ji evî perey diwergire.
Di vê bwarê de serokê Komîteya Ewqaf û Karûbarên Ayînî di Perlemana Kurdistanê de evan corên girêbestan bi mebestdar û kêmasîyên wezretê dizane û dibêje: Renge hinek kes ji van girêbestan sûdmend bin.
Li gor dûçûnên Kurdistan 24, eger vêdaçûn bi ser hemû girêbestên mulkên wezreta Ewqafê bihê kirin, dahata wezareta Ewqafê ji 2 milyaran bo 5 milyar dînarên îraqî dê zêde bibe, ev pere jî di vê qonaxa tengijeya darayîyê de dibe dahatek baş bo gencîneya hikumeta Herêma Kurdistanê.