Jinan bi sirûda “Ey Reqîb” dest bi çalakiya xwe kir

Di çalakiye de, dîmenên navçeyên ku li Bakurê Kurdistanê hatine têkbirin di slaytekê de hatin pêşandan. Herwiha ji bo şehîdên Kurdistanê jî rêz hat girtin û sirûda neteweyî “Ey Reqîb” hat xwendin.

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, ligel berdewambûna şer û aloziyan; ji bo pîrozbahiya “Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê” bername tên amade kirin. Li Diyarbekirê Komeleya Çand û Hunerê ÇARPEL jî bi mebesta roja jinên kedkar civîneke pîrozbahiyê saz kir.

Di çalakiye de, dîmenên navçeyên ku li Bakurê Kurdistanê hatine têkbirin di slaytekî de hatin pêşandan. Di destpêka çalakiyê de ji bo şehîdên Kurdistanê jî rêz hat girtin û sirûda neteweyî Ey Raqîb hat xwendin.

Di gotarên çalakiyê de, hat gotin ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, mafên jinan ên bingehîn tên binpê kirin. Herwiha hat raguhandin ku Tirkiyê, peymanên navdewletî îmze kirine ku divê tundiya li dijî jinan şermezar bike, lê di pratîkê xwe de jî sucên li dijî jinan pêktên bê ceza dimînin û bersûc tên parastin.

Pankartên piştgiriya maf û azadiyên jinan jî li ciyê çalakiyê hatin daleqandin.