12 sivîl li taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatin kuştin

Di encama topbarana taxa Şêx Meqsûd ya Kurdî li Helebê, 12 sivîl şehîd bûne, nêzîkî 14 kesên din jî birîndar in.

K24 – Heleb

Di encama topbarana taxa Şêx Meqsûd ya Kurdî li Helebê, 12 sivîl şehîd bûne, nêzîkî 14 kesên din jî birîndar in.

Peyamnêrê K24ê ragihand ku, di encama ketina 16 mûşekan ji aliyê grûpên îslamî (Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar Şam) ve, 8 avahî li taxa Şêx Meqsûd bi ser sivîlan de hatin xwar, 12 sivîlan canên xwe jidest dan û bêhtirî 14 ên din jî birîndar bûn.

Ji liyê xwe ve, rojnamevan Berfîn Roj ji Helebê de ji K24ê re ragihand ku, ji ber rewşa Heleb ya şer û pevçûn gelek pêkhate berve taxa Şêx Meqsûd bicih bûne wek Kurd, Ereb û Xiristiyanî. Ji 16 Sibatê ve, grûpên îslamî bi tundî êrîşî wê taxê dikin.

Roj tekez kir, heta niha 12 kesên sivîl canên xwe jidest dane û bi dehan birîndar hene, lê dibe ku hîn xelk di bin avahiyan de mabin.

Roj amaje kir, piştî ragihandina agirbestê li Sûriyê, 25 togayên îslamî di bin ala Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar Şam ve, xwe kirine yek û rojane taxa Şêx Meqsûd û çarxeriya Cendol bi top û guleyên nîşanvanan armanc dikin.

Taxa Şêx Meqsûd û Eşerfiyê yên Kurdan li Helebê ne, di Adara 2013an ve ji aliyê grûpan îslamî ve bi topan hat armanckirin, ku dora 400 hezar Kurd jê koçber bûn, hejamek ji sivîlan hatine kuştin û gelek avahî jî hatine wêrankirin.