Li Diyarbekirê 8ê Adarê bi girseyî hat pîrozkirin
K24 - Diyarbekir
Bi pêşengiya, Kongreya Jinên Azad (KJA), li qada îstasyonê ya Diyarbekirê, 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cihanê bi girseyî hat pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, rexne li hikûmeta Tirkiyê girtin û anî ziman ku wan negotiye ew nikarin komkujî, wêrankarî û kirêtiyan bikin.
Yuksekdag ragihand ku tiştê ku dibêjin wan şêwazan, vê dewletê bi dehan car ceribandiye, lê tu encamek bidest nexistiye û nikarin tu tiştekî ji niha pê ve jî bi kuştinê û wêran kirinê çareser bikin.
Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag, di pîrozbahiya 8ê Adarê ya li Diyarbekirê de diyar kir ku dewletê xwestiye bi êriş û şerê qirêj jinan bitirsîne û serî bi wan bide tewandin, lê jin bi têkoşîn û berxwedana xwe ber bi azadiya xwe ve dimeşin û ser bilind in.
Yuksekdag bal kişand ser gengeşiyên rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê jî û da zanîn ku ew ji rakirina parêzbendiyê û ji girtin û zindanîkirinê natirsin. Yuksekdag ragihand ku parlamenterên ligel wê amade ne jî di nav de, parlamenterên HDPê bi dehan car bi êriş û destdirêjiyan re rûbirû mane û jixwe têkoşîna xwe ji parêzbendiyan bêpar meşandine. Lê daxwaz kir ku bila parêzbendiya hemû parlamenteran bê rakirin daku kî ji ber ragihandina bîrboçûnên xwe û kirina siyasetê, kî jî ji sucên rûreşiyê tê dad kirin aşkere bibe.
Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Çagla Demîrel jî, bal kişand ser wê yekê ku bajar û bajarokên Bakûrê Kurdistanê di bin qedexe û dorpêçan de ne û piştgiriya xwe ji bo berxwedana li wan navçe û deveran ragihand.
Çagla Demîrel wiha axifî: “Ew çiqas ji bedenên me, ji nasnameyên me bitirsin û êriş bikin jî, em ji êrişên wan natirsin. Çiqas me tazî bikin weka ku li Cizîrê û Wartoyê kirin jî em natirsin û emê xurttir bibin. Emê têkoşîn û berxwedana xwe bilindtir bikin.”
Rêvebirên amadekariya pîrozbahiya Roja Jinên Kedkar yên Cihanê Ayla Akad Ata û Zubeyde Zumrut jî dan zanîn ku ew wek jin destnîşana jiyandin, avakirinê ne û mebesta hemû berxwedan û têkoşîna wan ji bo jiyaneke bi aştî û azadiyan re hevaheng e. Zubeyde Zumrut got: “Jinên Amedê careke din bersîv didin û dibêjin qatîlên jinan dewlete û em ji qatîlan re serî natewînin.”
Di destpêka pîrozbahiyê de, ji bo şehîdên azadiyê rêzgirtin hat kirin û sirûşta Ey Reqîb hat xwendin. Komên muzîkê jî piştî axaftinan sitranên xwe pêşkêş kirin.