Kurd xwe ji Newrozê re amade dikin

Hevseroka KCDê Selam İrmak da zanîn ku dê hem ji nav welat, hem jî ji derveyî welat mazûvaniya mêvanan bikin û daxwaz kir ku nûnerên hemû aliyên Kurdistanê beşdarî Newroza Diyarbekirê bibin.

K24 - Diyarbekir

Hevserokên Partiya Demokratîk a (Gelan HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demorkatîk (DBP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Diyarbekirê ji bo bangawaziya pîrozbahiyên Newrozê civîneke hevpar saz kirin.

Hevserokan dan zanîn ku ewê ji 17ê Adarê heta 22ê Adarê li 82 navendan çalakiyên pîrozbahiya Newrozê bikin û daxwaz kirin ku gel û welatî bi coş û girseyî beşdar bibin.

Hevserokê HDPê Selahatîn Demirtaş, diyar kir ku, Newroz bi hêviyên nû û bi şiyarên azadîxwaz tên pîroz kirin û ew jî dixwazin, bi vê Newrozê hêvî û daxwazên aştî û azadiyê derbixin pêş. Demirtaş, bibîr xist ku proseya aştiyê di Newroza 2013an de dest pê kiribû û e ger hikûmet bi îradeya çareseriyê tevbigeriya ev Newroz jî dikaribû bibe Newroza pêkhatina aştiyeke mayînde.

Hevseroka KCDê Selam İrmak jî da zanîn ku dê hem ji nav welat, hem jî ji derveyî welat mazûvaniya mêvanan bikin û daxwaz kir ku nûnerên hemû aliyên Kurdistanê werin û beşdarî Newroza Diyarbekirê bibin.

Hevseroka HDKê Gulîstan Koçyîgît jî ragihand ku, di vê serdemê de, bi Dehaqên hevdem re têkoşîn dikin û daxwaz kir ku herkes xwedî li peyamên aştî û azadiyê derkevin.

Hevserokan Newroza 22ê Adarê ya li Cizîrê jî girîng nirxandin û daxwaz kirin ku ji hemû bajar û deveran welatî biçin û beşdarî wê Nevroza berxwedanê bibin.