Sala borî nêzîka 1000 kesî li Îranê hatine darvekirin

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihand ku sala 2015ê bo Îranê "sala reş" bûye û di hundirê wê sale de 967 welatiyên Îranî bi awayên cuda hatine darvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihand ku sala 2015ê bo Îranê "sala reş" bûye û di hundirê wê sale de 967 welatiyên Îranî bi awayên cuda hatine darvekirin.

Di raporta nû ya Rêxistina Mafê Mirov a Îranê de, behsa darvekirina 967 welatiyên Îranî di sala 2015ê de tê kirin û li gor rêxistina navbirî, ji sedî 95ê wan darvekirinên ku li navçeyên etnîkî birêve diçin nayên belav kirin.

Di 8emîn raporta Rêxistina Mafê Mirov a Îranê de ku baregahê wê li Osloya paytexta Norwecê ye û Mehmûd Emîrî Muqedem serokatiya wê dike, di hundirê sala 2015ê de cezayê darvekirina 967 welatiyan li girtîgehên Îranê birêve çûye û 19 kes ji wan jin bûne.

Ev hejmara han di demekê de ye ku sala 2014ê li Îranê 735 kes hatibûn darvekirin. Berhevkirin ligel sala 2015ê rêjeya darvekirinan ji sedî 29 zêde bûye û bi awayekî berdewam rojane 2-3 kes tên darvekirin.

Li gor raportê, 638 kes tenê bi tawanên bikaranîn û firotina madeyên hoşber hatine darvekirin ku dike ji sedî 66ê kesên hatine darvekirin. Piştî tawanên madeyên hoşber, zêdetir hejmara darvekirinan ji ber "kuştina biqest" bûye ku 207 kes bi wê tawanê hatine darvekirin.

Di raporta Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê de wiha tê gotin: "Ji sedî 95ê wan darvekirinên ku li navçeyên etnîkî birêve diçin, hikûmeta Îranê nahêle ku werin belav kirin. Herwiha di sala 2015ê de 13 kes ji ber çalakiyên siyasî û ewlekariyê hatine darvekirin û 6 kes ji wan Kurd bûn."

Raport wiha berdewam dike: "105 kes li zîndanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin û piraniya wan jî Kurd bûne. 76 kes li zîndana Urmiyê, 11 kes li zîndana Kirmanşan, 10 kes li Sine, 5 kes li Loristan û 3 kes jî li zîndana Îlam hatine darvekirin."

Rêjeya darvekirinê li Îranê gelekî zêde bûye. Berhevkirin ligel sala 2008ê ew rêje ji sedî 300 zêde bûye. Ji ber di sala 2008ê de tenê 350 kes hatine darvekirin. Li gor heman rêxistinê, di hundirê 2 sal û nîvê ku Hesen Rûhanî bûye Serokkomarê Îranê de 2162 kes hatine darvekirin.