Dor gehişte Şirnex, Nisêbîn û Geverê

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku ji bo rakirina xendekên li navenda parêzgeha Şirnex, Nisêbîn û Geverê dê operasyon werin dest pê kirin.

K24 – Navenda Nûşeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Efkan Ala diyar kir ku wê ji bo rakirina xendekên li navenda parêzgeha Şirnex, navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û navçeya Gevera Colemêrgê operasyon werin dest pê kirin.

Efkan Ala di vê derbarê de got: "Li kûderê xendek hebin, wê werin paqijkirin. Li Geverê, li hinek taxên Nisêbînê û li navenda Şirnexê xendek hene. Herwiha li gorî hinek agahiyên ketine destê me, li hinek cihan jî bombe hatine vedan. Lewma ew der jî dê werin paqij kirin."

Wezîrê Navxwe Efkan Ala li ser dema destpêkirina operasyonan jî wiha axifî: "Rêveberên taxan, 2-3 roj an jî çend demjimêr berî operasyonê wê welatiyên herêmê agahdar bikin. Piştî amadekarî hatin kirin jî, wê operasyon dest pê bikin."

Duh jî artêşa Tirkiyê 80 tank bo navçeya Geverê veguhestibûn û ev weke destpêkirina operasyonê hatibû nirxandin.