Li Bakurê Kurdistanê amadekariya operasyonan

Li Bakurê Kurdistanê alozî berdewam e û piştî ku operasyonên li navçeyên Silopî, Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi dawî bûn, niha jî bo operasyonê behsa Gevera Colemêrgê tê kirin.

K24 – Colemêrg

Li navçeya Geverê ya Colemergê berî operasyonek berfireh were kirin, tedbîrên ewlehiyê hatin zêde kirin. Şêvê din piştî ku 80 tank û otomobîlên zirxpoş bo bajêr hatin veguhestin, niha çûn û hatin ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatiye kontrolkirin.

Li Bakurê Kurdistanê alozî berdewam e û piştî ku operasyonên li navçeyên Silopî, Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi dawî bûn, niha jî bo operasyonê behsa Gevera Colemêrgê tê kirin. Li navçeyê xendek û berbest hatine kolandin û danîn û car car jî operasyon ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve tên  kirin, gelek welatiyan malên xwe bicîh hiştine û koçberî bajarên din bûne.

Şevê din derdora saet 21.00an, piştî 80ê tank û top bo navçeyê hatin veguhestin, çûn û hatina nav bajêr hat kontrolkirin. Hêzên ewlehiyê bi wesayîtên zirxpoş ên bi navê kirpi û panzeran bazgeh danîne û wesayîtên ji aliyê Wan û bajarokên din ve tên, piştî kontrolê rê tê dayîn ku bikevin nav bajêr.

Wesayîtên ku ji aliyê Şemzînan û Oremarê ve tên jî desturê nadin wan ku têkevin nav bajêr û ji ber vê jî kesên otomobîlên wan tên rawestandin, polis ji wan re dibêjin ku divê bi piyan biçin nav bajêr.

Li derdora Geverê tedbîrên gelekî dijwar hatine wergirtin. Tedbîrên herî zêde jî li aliyê devera Şemzînanê hatine standin û polîsên Tevgera Taybet jî hatine navçeyê. Ji aliyekî din ve Gevera ku bi hezaran malbatan jê koç kirine, gelek dibistan jî hatine girtin. Li deverê amadekariyên operasyoneke berfireh berdewam in û polis û leşker li gelek dibistanan jî bicîh bûne.