Kurdên Bakur piştgiriya serxwebûnê dikin

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Bakurê Kurdistanê bi erênî hat pejirandin û daxwaz hat kirin ku, hemû Kurd piştgiriyê bidin serxwebûna Başurê Kurdistanê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/7c395777-1c2a-4d6d-96e5-3c3637d0b222/bakuri%20kurdistan.ism/manifest

K24 - Diyarbekir

Gotara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li Bakurê Kurdistanê bi erênî hat pejirandin û daxwaz hat kirin ku, hemû Kurd piştgiriyê bidin serxwebûna Başurê Kurdistanê. Hinek welatiyan bal kişand ser wê yekê ku Kurd bi dagirker û xêrnexwazên xwe re dive hevkariyê nekin û bo rizgarbûn û serfiraziya Kurd û Kurdistanê hewlan bidin. Welatiyên Kurd mijara serxwebûna Kurdistanê ji Kurdistan24ê re nirxandin:  

Welatî: "Wêlatên dagirker Kurdistanê kirine çar beş. Tu bixwazî nexwazî jî her çar dagirker jî ewê bejin bila Kurdistan serbixwe nebe. Lê ev maf mafê Kurda ne û gotina serok Barzanî jî dî cîh de ye , ew ne karên wan e, karê dagirkeran nîne serxwebûn a Kurdistanê. Îran an Turkiye yan Sûrîye yan Irak. Lazime ev tişt pêk bê, rojek berîya rojekî, lazime ev tişt pêk bê . Me gelek qûrbanî dane, weka ku birêz Mesûd Barzanê jî gotîye, ev xwîn ne xwînekê bê sebeb e, ev xwîna ku rijîyaye, li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê, lazime ev xwîn belaş neçe. Lazime piştgirîya hemû Kurdan ji bo wê mebestê be. Yanî îroj perçeyekî biçûk rizgar dibe, Bajûrê Kurdîstanê ji sedî hivdeyê Kurdîstanê ye. Dîvê tamamê Kurdan û her çar perçê Kurdistanê piştgirîyê bidin vê serxwebûnê."

Welatî: "Em dixwazin Kurdistana xwe ava bikin. Kar û eleqedarîya me, ne ji Turkiye heye û ne jî ji Îranê heye.  Birêz Mesûd Barzanî xweş peyivî, yanî îroj eleqedariya me bi Turkiye û Îranê jî tune ye. Me ewqas şehîdên xwe dan e, li Başûrê Kurdistanê  û li her derê dîvê em Kurdistanê ava bikin."

Welatî: "Min di înternetê de şopand. Pir tiştekî  xweş e, gelek kêfa min hat ji ber wan gotinên wî, ez pir pê kêfxweş bûm, ez piştgirîyê didim wan gotinan."

Welatî: "Başûr ava bibe ji bo hemû gelê  Kurd baş e. Ji xwe daxwaza me jî ev e. Kurdistaneke serbixwe û Kurdistaneke azad. Serxwebûna Başûr ji bo hemû gelê Kurd tiştekî  baş e. Hêviya me jî ev e. Başûr jî serfîraz be, heta em dikarin Bakur jî azad bikin."