Îro Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê tê ragehandin
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Rimêlan yê biser Dêriyka Hemko yê Rojavayê Kurdistanê civîna damezrandina sîstema Rêvebirina Rojava û Bakurê Sûriyê destpê kir.
Civîn bi dûrişma "Sûriyaya Yekbûyî, Demokratîk, dabînkirina jiyana hebeş û biratiya gelan" bi başdarbûna 200 nûnerên bi rêve diçe.
Di civînê de, nûnerên herêmêm Rojava û Bakurê Sûriyê yên Kurd, Ereb, xirstyan, Tirkumeû Ermen amadebûne.Herwiha nûnerên Hevserokatiya MSD, Rêveberiyên Kantonan, Hesrokê Kantona Cizîrê Şêx Himêdî Deham û Hedya Yusif, nûnerên HSD, YPG,YPJ û nûnerê TEV-DEM ê di wê civînê de cihdigrin.
Li gor berpirsên Kurd ku ji Reutersê re ragehandine, di civînê de wê Fedraliya Deverên Rojava û Bakurê Sûriyê were ragehandin.
Berî niha Serkirdeyê TEV-DEM ê ji K24ê ragehandibû ku, ew bo ragehandina wê herêmê amadene.