Helwestên partiyên Bakur derbarê ragihandina federalîzmê de

Dengvedanên ragihandina federalîzma li Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Partiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê jî li ser geşedana dawî nêrînên xwe aşkere kirin

K24 – Enqere

Dengvedanên ragihandina federalîzma li Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Partiyên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê jî li ser geşedana dawî nêrînên xwe aşkere kirin

Di hefteya borî de li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Rimêlanê, di konferanseke rojnemavanî de Federalîma Rojava û Bakurê Sûriyê hat ragihandin.

Ragihandina Federalîzmê li tevahiya cîhanê deng veda û dewletên mezin yên xwedî hêz jî bi helwestên cuda biryara Kurdên Rojavayê Kurdistanê nirxandin.  Herwiha partiyên Bakurê Kurdistanê jî biryar bi erênî nirxandin û dan zanîn ku li her parçeyekî Kurdistanê Kurd xwedî ew mafe ku, di diyarkirina çarenûsa xwe de xwedî biryar bin.

Alîkarê Serokê Ospê yê Giştî Alî Gokkaya ji K2ê re got: “Em gelekî erênî dibînin, em piştevaniya vê yekê dikin. WekÎ em piştevaniya serxwebûna Başurê dikin, federasyona li rojava jî bo me gelekî giring e. Tenê xaleke giring heye, divê em wek Kurd bibin yek ku em serkeftî bibin. Derve hiştina ENKSê kemasiyeke.”

HAK-PAR helwesta xwe wekî ya ENKSê bi nav dike û bal dikişîne li ser wê yekê ku merca mezinbûna wê federasyonê ku bigihe qonaxa Başûr, bi tenê razîkirina tevgerên Kurdan e û tevgerek hevpar e

Cigîrê Serokê Giştî yê Hak-Parê Hasan Şeşeogullari axivî û got: “Pir giring e, pir baş e em baş dibînin lê em kêm dibînin. Kêmasî çi ye? Kêmasî navê wê ye. Madem federasyon ya Kurdan e, pêwiste navê Kurd an Kurdistan di nav de derbas bibe”

Partiya Demokratîk ya Gelan jî federasyonê erênî dibîne û amaje bi vê yekê dike û Federasyona Rojava li navçeyê nimuneya sekulerîzm û enternasyonalîzmê ye.

Parlamenterê HDP Sezaî Temellî jî got: “Wekî tê zanîn ya em ji Tirkiyê hêvî dikin pergala xweseriyê ye. Li rojavay jî bingeha xweseriya demokratîk hat danîn. Em gelek bi erênî pêşwazî dikin. divê hemû cihan giringiya wê federalîzmê bizane”

Li çar parçeyên Kurdistanê bi 10 milyonan Kurd hene, ku doza mafê xwe yê azadî û serxwebûnê dike. Niha li Başûr serxwebûn gelekî nêzîk bûye û li Rojavaya jî pêngaveke giring bi vê yekê hat avêtin, niha li parçeyên din ji hêviya vê yekê heye ku rê li ber azadiya wan vebibe.