Tirkiyê amarên operasyonên duh li dijî PKKê ragehand

Li Şirnex, Gever, Nisêbînê ji zêdetirê 2 hefteyan e derketina derva qedexeye operasyon didomin.

K24-Enqerê

Serekaniya Tirkiyê ragihand ku, di encama operasyonên duh de 36 endamên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê canê xwe ji dest dane.

Li bakurê Kurdistanê bajar û bajarokên wekî Nisêbîn, Gever, Farqîn û Şirnexê şer û pevçûn bênavber berdewam in û hêzên ewlekariyê jî operasyonên berfireh pêk tînin.

Serekaniya Tirkiyeyê ji malpera xwe ragihand ku, li bajarê Şirnexê 13, navçeya Nisêbînê 13, Geverê 9 û Farqînê 1 bi giştî 36 endamên PKKyê hatine kuştin. Ji aliyê PKKyê ve heta niha di vê derbarê de ti daxuyanî nehatine belavkirin. Lêbelê duh Kordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl YPSyê da zanîn ko di şer û pevçûnên 24 û 25ê Adarê de 29 endamên tîmên taybet hatine kuştin û 3 endamê wan jî canê xwe ji dest dane.

Li Şirnex, Gever, Nisêbînê ji zêdetirê 2 hefteyan e derketina derva qedexeye operasyon didomin.