Kampa Mêrdînê şewat: 3 zarokan canê xwe ji dest dan

Li bajarê Mêrdînê, agir bi kona penaberên Sûrî ket û 3 zarokan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Mêrdînê, agir bi kona penaberên Sûrî ket û 3 zarokan canê xwe ji dest dan.

Îro berbangê li navçeya Dêrikê ya ser bi bajarê Mêrdînê ve, agir bi konên penaberên Sûrî ket. Herçiaqs tîmên agirkuj hewl dan agir vemirînin jî, nekarîn pêşî li mirinan bigirin. Di encamê de 3 zarok canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Derbarê şewatê de lêpirsîn hate destpêkirin.

kampa penaberan têra 22 hezaran kesî heye, lê 10 hezar kes li wir dijîn. Sala par jî dîsa li heman kampê şewat derketibû û di encamê de zarokek canê xwe ji dest dabû, 21 kon jî şewitîbûn.