Iranê sizaya darvekirina 4 zarokên Kurd pesend kir
K24-Navenda Nûçeyan
Saziya Mafên Mirovan a Îranê ragehand ku, Rejîma Îranê sizayê darvekirinê da 4 zarokên Kurd yên girtî di Girtîgeha Sîneyê de ne.
Derbarê vê mijarê Saziya Mafên Mirovan a Îranê daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin:; “ Rejîma Îranê sizayê darvekirinê da her zarokeke bi navê Yusif Mihemedî, Siyaweş Mihemedî, Amanc Ewîsî û Hêmin Hewramî Njad . da zanîn ku, ew Zarokên li Girtîgeha Sîneyê yê Rojhilatê Kurdistanê de ne.
Doza 3 ji wan zarokan li Dadgeha Bilind de tê lêkolînkirin. Lê Îranê xwe li benda Dadgeha Bilind negirtiye û sezayê wan ya darvekirinê erê kir.
Li gor daxuyaniya Saziya Mafê Mirovan a Îranê, temenê her 4 zarokan jî dibin 18 salî de ye.