li Mêrdînê amarên operasyonan hat ragehandin

Li bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexeye û di nav bera Yekineyên Parastina Sivîl(YPS) û hêzên ewlekariyê de şer û pevçûnên dijwar berdewam in.

K24-Navenda Nûçeyan

li Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê ji 14 Adar borî de û niha ve 32 endamên hêzên ewlekariyê û 168 endamên YPSê canê xwe ji dest dane.

Di çarçoveya operasyona Nisêbînê de parêzgeriya Mêrdînê daxuyaniyek belav kir,tê de da zanîn ku, heta niha, 32 endamên hêzên ewlekariyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 168 endamên YPSê hatine kuştin û 3 jî hatine girtin.

Ji alîkî din ve YPSê jî bi daxuyaniyekê kuştiyên hêzên ewlekariyê piştrast dike lê belê, derbarê yên xwe de tenê encama 3 rojan eşker dike û dide zanîn ku, 8 endamê wan canê xwe ji dest dane.

Li bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexeye û di nav bera Yekineyên Parastina Sivîl(YPS) û hêzên ewlekariyê de şer û pevçûnên dijwar berdewam in.