Tehran dijî pişikkirin a welat ên Îslamî ye.

Bal a serbazî y a Komar a Îslamî ya Îranê red dike rê bide welat ên Îslamî yên deverê hevrûşî pişikkirinê bibe. Ev axivtin wek amajeyek a Îranê bû bo dijînîkirin a Îrdanê bo pişikkirina Îraqê û Suryaê.

K24- Hewlêr:

Mehemed Elî Ceferî, fermandraê giştî yê supa pasdar ên Komar a Îslamî ya Îranê di kombûn a Civat a Bala ya fermande yên supayê ragehand: Îran piştîvanîyê li yekparçeyî ya ax a Suryayê dike û bi hîç awayekê rê nadin hîç welatek ê Îslamî parçe parçe bibe.

Ceferî Got jî: Sîyaset a pişikkirinê rêkarek a Birîtanî, Emerîkayî û Îsrayîlîye, Îran bi hemû şîyan ên xwe ve berevanîyê dê li yekparçeyê welat ên Îslamî bike.

Ev axivtin ên fermandar ê supa Pasdaranpiştî wê yekê dihê ku hêz ên Kurdî li Rojava ya Kurdistanê li 17/Adar a bûrî system a fîdralî ragehandin bo Rojava ya Kurdistanê.

Herweha li Herêm a Kurdistan jî bi eger a sîyaset ên Bexdayê li beranber Hewlêrê, pirs a serxwebûn a Herêm a Kurdistanê û cudabûn awê ji Îraqê pirsek a germe û li ser ast a mêdya yên nêvdewletî û navend ên sîyasî yên cîhanî jî bi giringî ve axivtinan li ser evê pirsê dikin.