Şandeke YPGê serdana Şama Paytext dike

Piştî ku hikumeta Suriyê ji Yekîneyên Parastna Gel (YPG) xwest avahiyên dewletê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê vala bikin, şandeke YPGê serdana Şama paytext kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku hikumeta Suriyê ji Yekîneyên Parastna Gel (YPG) xwest avahiyên dewletê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê vala bikin, şandeke YPGê serdana Şama paytext kir.

Li gor zanyariyên taybet yên K24ê, li roja 7 Nîsanê desthelatdarên rêjîma Sûriyê li Hesekê ji YPGê xwestîye, avahiyên dewletê vala bike. Li gor zanyaryan, YPG amade nebûye avahiyên dewletê li wî bajarî vala bike û ji bo gotûbêjkirina digel rêjêma Sûriyê de, şandeke YPGê serdana Şamê kiriye.

Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ku dibin desthelata YPG û artêşa Sûriyê de ye, yek bajarên Rojavayê Kurdistanê ye û beşek  mezin ji rûniştvanên wê Kurd in, di sala  2012 beşek ji taxên wî bajarî bi taybet yên Kurdî ketine destê YPGê,  ku xwe weke Asayişa Rojavayê Kurdistanê didin naskirin

Çend caran tundûtîjî di navbera YPG û hêzên rêjîma Sûriyê û grûpên ser bi rêjîmê ve li Hesekê û Qamişlo derketin, lê ev cara yekem e ku bi awayekî fermî ji YPGê xwestiye avahiyên dewletê li Hesekê vala bike. Ev daxwaza Şamê hevdem e digel serkeftinên rêjîma Sûriyê li hin navçeyên ku di destê DAIŞê û grûpên opozîsyona Sûriyê de bûn.

Gelek aliyan wek Tirkiyê, Brîtanya û opozsyona Sûriyê çend caran YPG tohmetbar kiriye, ku pêwendên wan digel rêjîma Beşar Esed hene, lê YPG berdewam wan tohmetan red dike.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di çend hevdîtnan de gotiye ku wan çek daye YPGê, herwiha şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyne Şaban ragehandibû, YPG weke beşek ji artêşa Sûriyê dibînin.

Gelek çavdêr wiha dibînin ku rewşa di navbera YPG û hêzên rêjîma Sûriyê li navçeyên Kurdî bi taybet li Heseke û Qamişlo heya demeke dirêj berdewam nabe, ji ber ku rêjîm ne amade ye danpêdanê bi YPGê û mafên Kurdan bike.