Qamişlo: Bo yekrêziya siyasî ya Kurdî xwepêşandan

Di berdewamiya karê xwe de bo çêkirina fişarekê li ser aliyên siyasî kurdî li Rojavayê Kudistanê, careke din Yekîtiya Ciwanên Kurdistana Sûriyê xwepêşandanek li Qamişlo birêve birin.

K24 – Qamişlo
Di berdewamiya karê xwe de bo çêkirina fişarekê li ser aliyên siyasî kurdî li Rojavayê Kudistanê, careke din Yekîtiya Ciwanên Kurdistana Sûriyê xwepêşandanek li Qamişlo birêve birin.

Serkirdeyên yekîtiya ciwanan tekez dikin ku ewê berdewam bin ta aliyên siyasî li ser masa guftûgoya niştîmanî rûnên û yekîtiya Kurdî ava bikin, herwiha didin zanîn jî ku ewê dest bi xwepêşandanan li hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê bikin, heger helwestên erênî ji herdû aliyên siyasî yên sereke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demukrat (TEV DEM) neyên eşkere kirin.

Xwepêşandan di cara xwe ya duyemîn de jî ti partî ji aliyê ENKSê yan jî TEV DEMê beşdarî wê nebûn. Ev yek jî li gorî beşdaran dê bandorê li ser moralên wan neke. Li gor yên beşdar jî ewê piştgiriya vê destpêşxeriyê bi hemû karînên xwe bikin ta bigihêjin armancên xwe, yan jî ew ji kolanan dernayên.

1ê Nîsanê dest bi 2 destpêşxeriyên yekîtiya Kurdî hate kirin, ew jî bi mebesta avakirina lihevhatineke siyasî ya Kurdî bo şandeke hevbeş di civînên Cenêvê de, herwiha avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş.

Tevî berdewamiya van destpêşxeriyan di karên xwede lê hin şopîner dibînin ku berdewamiya bêdengiyê ji aliyê TEV DEMê û ENKSê di demeke nêzîk de karê ciwanên van destpêşxeriyan dê pûç bike.