Angela Merkel serdana Tirkiyê dike

Hê ne diyare, Merkel wê ligel Serokê partiyên Opozisyonê bicive yan na.

K24-Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Elmanya Angela Merkel 16ê Nîsanê ligel hin berpirsên din ên Yekîtiya Ewrûpayê serdana Tirkiyê dike.

Li gor çapemeniya Tirkiyê wê Merkel di serdana xwe de biçe bajarokê Kîlîs yê li ser sînorê Sûriyê, wê li wir serdana kampa penaberan, nexweşxane û dibistanan bike.

Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpa 20ê Adarê li ser rewşa penaberan lihev kiribûn. Li gor wê peymanê Yekîtiya Ewrûpa wê heta 2018an şeş milyar ewroyan bide Tirkiyê.

Angela Merkel wê di serdana xwe de ligel Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutoglu bicive û zanyariyan jê wergire.

Hê ne diyare, Merkel wê ligel Serokê partiyên Opozisyonê bicive yan na.