Salim El-Mislit: Hilbijatinên 13ê Nîsanê şanoyeke

Biryare di 13ê vê mehê de hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin pêkanîn, di heman rojê de civînên gera siyem a Cenêv3 dê destpê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinê Opozîsyonê Sûriyê Salim El-Mislit ragehand ku, hilbijartinên 13ê Nîsanê yên Parlamentoya Sûriyê şanoyeke ji aliyê wê rejîmê.

Derbarê vê mijarê de Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinê Opozîsyonê Sûriyê Salim El-Mislit daxuyaniyek bo kenala El-Erebiye belav kir tê de tekezî li ser giringiya beşdarbûna wan di gera siyem a civînên kongreya Cenêvê de kir.

El-Mislit aşkere kir ku, pêwîste rola Serokê Rejîma Sûriyê Beşar Esed di pêşeroja Sûriyê de nebe, herwiha diyarkir ku, ew di gera siyem dê dest bi gotûbêjkirina qonaxa veguhêz bikin.

Derbarê helbijartinên Sûriyê  Berdevkê Desteya Bilind a Danûstandinê Opozîsyonê Sûriyê Salim El-Mislit pêkanîna wan hilbijartina bi şano binav kir.

Biryare di 13ê vê mehê de hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê werin pêkanîn, di heman rojê de civînên gera siyem a Cenêv3 dê destpê bike.