Îran: Bila Amerîka Rojhelata Navîn radestî me bike
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berewaniyê yê Îranê Hisên Dehqan, daxwaz ji Amerîkayê kir, ku Rojhilata navîn bicih bihêle û radestê wan bike.
Pitş daxuyaniyê Wezîrê Derve yê Amerêkayê John Kerry ku, gotibû Îran sedema ne aramiya Rojhelata Navîne, Wezîrê Berevaniya Îranê Hisên Dehqan, bi tûndî bersiva wî da û daxwaz ji Amerîkayê kir ku, Rojhilata navîn bicih bihêle û radestê wan bike.
Dehqanî ji malpera Televîzyona fermî ya Îranê diyarkir û got: "Eger Amerîka li aramiya deverê digere, bila alîkariya terorîstan nekin.’
Tê zanîn ku, Amerîka Serokatiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dike.