Beşar Esed û Xanima xwe dengê xwe dan

Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê di demekê de tên ku, îro li Cenêvê gera siyem ya danûstandinên çareserkirina kirîza wî welatî destpê dikin.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û xanima xwe Esma El-Esed li navendekî dengdanê dengê xwe dan û beşadarî di hilbijartinê te kirin, Esed piştî wê ragehand ku, hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî di hilbijartinan de kirin, yên pêşî jî malbatên şehîdan, yê ku zarokê wan li di şerê li dijî terorê de hatibûne kuştin.

Îro, seat 7ê sibehê, hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê bi rêve çûn, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û xanima xwe jî  Esma El-Esed li pirtûkxaneya Esed ya dengdanê li Şamê dengê xwe dan û beşadarî di hilbijartinê te kirin.

Piştî ku, Esed dengê xwe da, ji rojnamevanan re xaxuyaniyek da, tê de wiha got: "Gelê Sûriyê eve bû 5 sal şer li dijî terorê dikin". Esed aşkere kir ku, di wan hilbijartinan de hemû pêkhateyên Sûriyê beşdarî di hilbijartinan de kirin, yên pêşî jî malbatên şehîdan, yê ku zarokê wan li di şerê li dijî terorê de hatibûne kuştin.

Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê di demekê de tên ku, îro li Cenêvê gera siyem ya danûstandinên çareserkirina kirîza wî welatî destpê dikin.