HDP: AKPê bi pêşnyaza xwe parêzbendiya demokrasiyê jinav bibe

Muxalefet dibêjin ew ne bawer in ku, li parlamentoyê ev guhertina destûrî pêk were û AKP derbarê rakirina parêzbendiyan de ne ji dil e
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5d78ae37-a054-4f08-a089-83d28ea8d341/NiqasenLiSerRakirinaParezbendiyan.ism/manifest

K24-Enqerê

Partiya deshildar ya Tirkiyê AKP pêşniyaz rakirina parêzbendiyan li Parlamentoyê kir. Partiyên Muxalefetê dibêjin bi vê yekê mafên parlamenteran yên parastinê ji dest wan tê girtin û rêziknameya navxweyî û destûra heyî tê binpêkirin. AKP jî idia dike ku muxalefet li hincetan digere.

Hikûmeta Tirkiyê bi îmzeya 316 parlamenteran pêşniyaz li parlamentoyê kir ku, di destûrê de guhertinê bike da ku, parêzbendiyên parlamenteran bêne rakirin.

Di pêşniyazê de tê xwestin ku, xaleke qatî li destûrê were zêdekirin da ku, hemû fezlekeyan di carekê de gotûbêj bikin. Partiyên muxalefetê derbarê pêşniyaza AKPê de nerazîbûn nîşan dan. HDPê pêşniyaz wekî darbeyeke Qesrê ya li hemberî vîna parlamentoyê nirxand.derbarê vê yekê Cîgirê Serokê Koma HDPê İdris Baluken wiha ji K24ê re got:"Dixwazin li ser rakirina parêzbeniyên parlamenterên HDPê mijarê her di rojevê de bihêlin. Li gorî me hertişt zelal e; Qesrê bi vê pêngava xwe ya bi destê hikûmeta AKPê dixwaze parêzbendiya demokrasiyê jinav bibe."

CHPê jî rexne li helwesta hikûmetê girt û diyar kir ku, ew dixwazin parêzbendiya hemû kesên dewletê parçe dike û dişêlînin were rakirin.derbarê vê mijarê de Cîgirê Serokê Koma CHPê Engin Altay ji K24ê re wiha axifî:"Ji bo disiplîna di nava partiyê xera nebe gelekî hêsane ku bo pêşniyaza rakirina parêzbendiyan îmze bêne komkirin. Di dengdayîna veşarî de dê derkeve holê ku parlamenterên AKPê çiqasî jidil in"

MHPê îdia kir ku, AKP dixwaze mijara guhertina destûrê berovajî bike û di hewla parastina parlamenterên HDPê yên ku, derbarê wan de fezleke hatine amadekirin de ye.derbarê vê babetê Cîgirê Serokê Koma MHPê Erkan Akçay ji K24ê re wiha nerîna xwe anî ziman:"AKP di vê guhertina destûrî de ne jidil e. AKP bi vê pêşniyazê hewl dide ku hûkmên destûrê û vîna parlamentoyê pûç bike. "

Li aliyê din, digel van rexneyên partiyên muxalefetê AKPê dibêje muxalefet mijara parêzbendiyan bi awayekî nebaş bikar tîne û berê xwe ji rastiyê diguherînin. Derbarê vê mijarê Parlamenterê AKPê Galip Ensarioğlu ji K24ê re wiha got:"316 îmze hatin dayîn, em li pişt van îmzeyan e. Em li pişt pêşniyaza xwe ne. Ez ne bawerim ku, di koma AK Partiyê de tu kes ji fikra xwe vegere. "

Muxalefet dibêjin ew ne bawer in ku, li parlamentoyê ev guhertina destûrî pêk were û AKP derbarê rakirina parêzbendiyan de ne ji dil e. Li aliyê din partiyên muxalefetê destnîşan kirin ku AKP dê neçe referandûmê.