Opozîsyon amade ye bi wezîrên rêjîmê hikûmeteke veguhêz ava bike

Berdevkê Desteya Danûstandinan yê opozîsyona Sûriyê dibêje, deste amade ye bi wezîrên rêjîmê re beşdarî hikûmeteke veguhêz bibe, lê bê Serokê Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Desteya Danûstandinan yê opozîsyona Sûriyê dibêje, deste amade ye bi wezîrên rêjîmê re beşdarî hikûmeteke veguhêz bibe, lê bê Serokê Sûriyê.

Berdevkê Desteya Danûstandinan yê opozîsyonê Salim Mislet li Cenêvê ji ajansa “Rueters” re ragihand, Desteya Danûstandinan amade ye ligel wezîrên rêjîmê di qonaxa veguhêz de hikûmetê ava bikin, lê ne bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re.

Mislet amaje kir, ku di hikûmeta rêjîmê de hin kes hene destên wan bi xwîna gelê Sûriyê nebûne, ew jî ligel wan dikarin danûstandinê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Nûnerên  NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura piştî civîna xwe ya ligel şanda Opozîsyona Sûriyê tekez kir ku, mijara sereke ya danûstandinên gera siyem a civînên Cenêv3 dê qonaxa veguheztina siyasî li Sûriyê be .