Şanda CHPê Li Diyarbekir Serdanan dike

Şandeke Partiya Komarî ya Gel CHPê, bi serokatiya Cigirê Serokê Giştî yê CHPê û parlamenterê Meletiyê Velî Agbaba li Bakûrê Kurdistanê serdana saziyên resmî û sivîl dike. Şandê xwest biçin bajar û navçeyên ku qedexe û şer û pevçûn jî lê didomin, lê hatin asteng kirin. Şanda CHPê, di 14ê Nîsnê de, li Diyarbekirê dest bi serdanan kirin û ragihandin ku ewê ji agahiyên bidest xistine raporekî amade bikin û li Parlamentoya Tirkiyeyê parve bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0818257d-9f7a-46af-8872-ee04f36529f0/SandaCHPeLiHeremeSerdananDike-Amed.ism/manifest

K24 - Diyarbekir

Şandeke Partiya Komarî ya Gel CHPê, bi serokatiya Cigirê Serokê Giştî yê CHPê û parlamenterê Meletiyê Velî Agbaba li Bakûrê Kurdistanê serdana saziyên resmî û sivîl dike. Şandê xwest biçin bajar û navçeyên ku qedexe û şer û pevçûn jî lê didomin, lê hatin asteng kirin. Şanda CHPê, di 14ê Nîsnê de, li Diyarbekirê dest bi serdanan kirin û ragihandin ku ewê ji agahiyên bidest xistine raporekî amade bikin û li Parlamentoya Tirkiyeyê parve bikin.

Şanda CHPê serdanên xwe yên li Diyarbekirê bi Parêzgarî û Şaredariya Mezin dan destpê kirin. Şand piştî ku serdana Parêzgariya Diyarbekirê kir, derbasî Şaredariya Mezin ya Diyarbekirê bû û bi Hevserokên Şaredariyê re civiyan.

Di destpêka civînê de, Hevseroka Şaredariya Diyarbekirê Gultan Kişanak, xêrhatin li şandê kir û anî ziman ku di sermedeke demokrasî û hûqûq li Tirkiyeyê hatiye rakirin de, hatina şandên wiha girîng in. Kişanak dazanîn ku ji bo rastî bên nivîsandin, divê çavdêrî û serdanên wiha rastewxwe bên kirin, ji ber vê yekê jî divê hemû sazî û partî bi hêstiyarî nêzîkî serdemên wiha bibin. Hevseroka şaredariyê hêvî û daxwaz kir ku hemû alî bi hevkarî demokrasiya heremî û giştî bihêz bikin.

Herwiha Hevserokê Şaredariyê Firat Anli jî, balkişand ku Sûr a Navçeya Diyarbekirê buye mîrateya hemû mirovahiyê û ragihand ku divê herkes bi berpirsyarî nêzîkayî deyne. Anli ragihand ku CHPê di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de, xwedî tecrubeyeke dûr û dirêj e û hatin û ditîna rastiya heremê jî girîng dibînin. Firat Anli anî ziman ku divê hemû partî û sazî ji bo sazûman kirina maf û azadiyên civakê û pêşxistina demokrasiyê bi berpirsyarî xebat bikin.

Cigirê Serokê Giştî yê CHPê Velî Agbaba jî, diyar kir ku her çiqas parlamenterê wan ji Diyarbekirê tunebe jî, wan 2 parlamenteran peywirdar kirine û dê li Diyarbekirê lêkolîn û xebatan bikin. Agbaba jî dazanîn ku divê hemû pirsgirêk bi rêbazên sivîl û siyasî li parlamentoya Tirkiyeyê bên çareser kirin.

Şanda CHPê, piştî serdana li Şerdariyê, derbasî navçeya Sûrê bû û li ciyê ku Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî hatibû kuştin kirnefîl danîn.

Hin esnaf û nişteciyên ji Sûr a Navçeya Diyarbekirê jî, bertek nîşanî şandê dan ku ji bo çareseriyan hewldanên pêwist nakin.