Ji parlamenterên CHPê re Gever qedexe ye

Li Geverê lihemberî 3 hezar û 113 malan operasyon hatine kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Parlamenterên CHPê yên ku, li binpêkirina mafên mirovan ya li Bajarên Bakurê Kurdistanê lêkolînê dikin, xwestin biçin Geverê lê belê derbasbûnawan ya bo Geverê hate asteng kirin.

Endama şandeyê Şenal Sarihan nerazîbûna xwe nîşan da.

Şandeya CHPê ya ji 7 kesan pêkdihat 40 kîlometreran dûrî Geverê hate rawestandin û bo çûnawan ya Geverê destûr nehate dayîn.

Şanal Sarihan astengkirina wan ya bo çûna Geverê wekî skandalekê nirxand û wiha nerazîbûna xwe nîşan da: "Em li Qereqola Jendermeyan ya Yenî ku,pruyê rastî ber benda leşkeran hatin. Leşkeran ji me re gotin walîtiyê boçûna we destûr nedaye. Paşê em çûn Colemergê  û em di gel Walî civiyan.

HimWalî û him jî berpirsên leşkerî di gotinên xwe de ketin nakokiyê. Berpirsên leşkerî ji me gotin dê heta 3 rojan qedexeya derketina kolanan bidawî bibe,

Lê Walî got heta 10-15 rojên din qedexe yê bidawî bibe. Em gihaştin wê agahiyê ku, li Geverê lihemberî  3 hezar û 113 malan operasyon hatiye kirin."