Li bajarê Dêrsimê erhêjek rû da
K24-Navenda Nûçeyan
Îro, berbangê li bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê di pileya 3.9an de erhêjek rû da.
Li gor pîvana Rîchterê erdhêj li bajarê Dêrsimê navçeya Çemîşgezekê demjimêr 03.31 an de rû daye û pileya wê jî 3.9 e.
Herwiha nêzikê 8 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye lê belê hat ragihandin ti xisareke berbiçav nebûye.