Demirtaş: Rakirina parêzbeniyê bo me nîşaneya rûmetê ye

Hevserokê Giştî yê HDPê rexne li helwesta Partiyên siyasî ya li ser pêşniyaza AKPê girt û got AKP dixwaze bi rakirina parêzbendiyan tola siyasî hilînin û tirseke me ya hesabdayînê nîn e.

K24 – Enqere

Hevserokê Giştî yê HDPê rexne li helwesta Partiyên siyasî ya li ser pêşniyaza AKPê girt û got AKP dixwaze bi rakirina parêzbendiyan tola siyasî hilînin û tirseke me ya hesabdayînê nîn e.

Hevserokê HDPê Selahhatin Demirtaş beriya Civîna Lijneya Birêvebir ya Partiya xwe,  partiyên opozîsyonê bi wê yekê sûcdar kir, ku piştgiriyê didin pêşniyaza AKPê û bangî hemû partiyên siyasî kir, ku li gorî pêşniyaza wan tevbigere û bi hev re hemû parêzbendiyan rakin.

Demirtaş bal kişand li ser armanca AKPê ya bo rakirina parêzbendiyên wan û da zanîn tirseke wan ji rakirina parêzbendiyan nîn û wiha got: " Heger birastî  ji bo rakirina parêzbendiyan ango sînorkirina wan ji dil bin bila kerem bikin piştgiriyê bidin pêşniyaza HDPê, em her 4 partî bi hev re vê bikin. Lê belê armanca AKPê, derdê AKPê ew e ku parlamenterên HDPê radestî darazê bike, ku ketiye bin fermana wê û bi fermanê wê biryarê dide.”

Herwiha Demirtaş got jî: “Niha ketina CHPê ya vê xefka qirêj şaşitiyeke mezin e. Ji bilî xwedê, tirsa me ji tu kesî nîn e. Hesabekî me ye ku em nikaribin bidin jî nîn e. Yanî wê parêzbendiya wan kesên şêlanker, talanker, wan kesên pereyên gel û dewletê didizin û cih nemaye ku perê xwe lê veşêrin hebe, lê belê ji ber fikr û axaftina me dê parêzbendiyên me bêne rakirin. Ev yek bi tenê ji bo me dê bibe madalyeya şerefê, êdî biryar biryara her sê partiyan e.”