li Tirkiyê derbarê rakirina parêzbendiyê de pêşniyazake nû

Li gor opozîsyonê pêşniyara AKPê ne li derveyî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e, lê ji bo teşhîrkşirina raya giştî di nava plansaziya xebatên nû de ne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/f436b9d2-bf12-4c10-8c37-aefe184ccdc6/Derbareparezbendiye%20de%20pesniyazakenu.ism/manifest

K24-Enqerê

Ji bo diguherîna Destûra Bingehîn de, derbarê rakirina parêzbendiyan de pêşniyazeke nû hate kirin. Serokê kevin yê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinçpêşniyaz kir ku,li wê yasaya ku, derbarê parêzbendiya parlamenterande ye, bila hukmê biryara binçavnekirin û negirtinê lê bê zêdekirin.

Bulent Arinç jî tevlî wê nîqaşa li ser pêşniyara AKPê ya li ser rakirina parêzbendiya parlamenteran kiriye bû ku, ew pêşniyar li derveyî rêgezên Destûra Bingehîn tê nirxandin.Arinçli ser pirsa rojnamegaran diyar kir ku, ew mafê parêzbendiyê mafekî îmtiyaz e. Ji lewma ew pêşniyara AKPê pêşniyareke pragmatist e. Arinç formûleke nû pêşniyazek kir û got pêşniyaza wî hêsantir e ji bo çareseriya vê meseleyê.

SerokêKevinyê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinç ji K24ê re wiha got:"Beriya her tiştî ev pêşniyar bo HDPyîyan e. Ya ew bêne binçavkirin yan jî girtin? Ev der Tirkiye her tişt dibe. Madem ku, tevgerîna derveyî destûrê reva ye, ez jî yekê pêşniyaz dikim. Bila biryara rakirina parêzbendiya bi sînor bê sitandin. Dema ku, hukmê "nikarin bêne binçav kirin yan jî girtin" di nava pêşniyarê de cih bigire hingî dê dadgêrî li gorî wê yekê tev bigere." 

Koma CHPê civîneke ji çapemeniyê re girtî pêkanî ku, mijara civînê parêzbendiya parlamenteran bû. Piştî civînê Ozgur Ozel diyar kir ku, ew wekî Koma CHPê gihîştin ewê qenaetê ku, armanca AKPê ne ew e ku, parêzbendiyan rake yan jî di Destûra Bingehîn de guhertinan pêkbîne,bi tenê armaca wan ew e ku, operasyonên têgihî pêkbînin.Herwiha Ozel ragihand ku, ew ê dikomîsyonê de pêşniyazeke nû bikin.

Derbarê vê jiarê Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel ji K24ê re wiha axifî;"Berpirsiyariya CHPê ya yekemîn ew e ku, metnê pêşniyarê vegûhêzîne ser esas û rêgezên Destûra Bingehîn. Di Komîsyonê de bi rêya pêşniyarên xwe yên xurt em dê hewlê bidin da ku, parlamento ji vê xetayê dur bikeve."

Partiyên opozîsyon ragihandin ku, gelekî manîdar e ku AKP pêşniyara xwe ne vê hefteyê lê dihêle hefte yên pêş ji bo nirxandina komîsyonê. Partiyên opozîsyon diyar kirin ku, pêşniyara AKPê ne li derveyî rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e, lê ji bo teşhîrkşirina raya giştî di nava plansaziya xebatên nû de ne.