Avahiyên HDP û CHP'ê di bin gefa êrîşên DAIŞ'ê de ne

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê yê li Parlamentoya Tirkiyê dibêje ku, avahiyên HDP û CHP'ê yên li 81 bajarên Tirkiyê, di bin metirsiya êrîşên DAIŞ'ê de ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê yê li Parlamentoya Tirkiyê dibêje ku, avahiyên HDP û CHP'ê yên li 81 bajarên Tirkiyê, di bin metirsiya êrîşên DAIŞ'ê de ne.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê yê li Parlamentoya Tirkiyê Îdrîs Balukan Baluken îro li Parlamentoya Tirkiyê, derbarê rojeva Tirkiyê de civîneke çapemenî lidar xist û pirsên rojnamegeran bersivandin. Baluken got, divê Tirkiye gaveke zûtir piştevaniya têkoşîna dijî DAIŞ'ê bike.

Baluken her wiha îdîa kir ku, raporên îstîxbarî destnîşan dikin ku, DAIŞ li Tirkiyê amadekariya êrîşan dike û taybet dê saziyên CHP û HDP'ê bike armanc.

Baluken da zanîn di demên dawî de hikûmeta Tirkiyê partiya wan agahdar nekiriye û di destê wan de jî agahî hene ku DAIŞ amadekariya êrîşan dike.