Valakirin û şewitandina gundên Dêrsimê

Li Bakurê Kurdistanê destpêka sala 1990an de li bajarê Dêrsimê gund hatibûn valakirin û gelek malbat hatibûn mexdur kirin. Malbata Sûnger yek ji wan malbatên ku hatine mexdur kirin e. Ji ber ku malbata Sûnger jiyana bajêr hilnegirtiye ji bo xwe gundek ava kirine.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/eabe6751-7186-4b31-af63-bbfcdd3a649e/Valakirin%20%C3%BB%20%C5%9Fewitandinagund%C3%AAnD%C3%AArsim%C3%AA.ism/manifest

K24 – Dêrsim

Li Bakurê Kurdistanê destpêka sala 1990an de li bajarê Dêrsimê gund hatibûn valakirin û gelek malbat hatibûn mexdur kirin. Malbata Sûnger yek ji wan malbatên ku hatine mexdur kirin e. Ji ber ku malbata Sûnger jiyana bajêr hilnegirtiye ji bo xwe gundek ava kirine.

Gundê Dizikê ya li ser bajaroka Qislê ya bajarê Dêrsimê di sala 1994an de tê valakirin ku ev gund gundê malbata sûnger e. Niştecihên ku li vî gundî neçarî surgunê tên kirin ku di heman demê de vegerî nawan ya ji bo gund jî aliyê dewleta Tirkiyê ve tê qedexekirin. Malbata Munzur Sûnger naxwazin dev ji xaka xwe berdin û ji lewere jî, li tenişta şikeftekê li ser qiraxa çemê Pulurê ji bo xwe maleke tenê bi yek odeyî pêk tê ava kirine.

Munzur û hevjîna xwe bi salan e ku li vê derê dijîn, ceyrana xwe bi derfetên xwe diafirînin, bi çandiniya lebatî û bi mêşvaniyê re jî debara jiyana xwe dikin. Malbat her çiqas kêfxweş bin ku hatine ser xaka xwe jî, lê belê ji ber operasyonan di nava metirsiyê de ne.

Munzur Sunger dibêje: "Piştî ku me mala xwe çê kir me ji dewletê xwest ku ji bo me rêyekê çeke. Lê belê rayedaran gotin,"me têra xwe mal tune ye em nikarin ji bowerê çekin." Me serî li TEDAŞê da ji bo ceyranê mixabin heta niha ti alikariya wan negihîştiye me. Neçarî ez û hevsera xwe li vir dibinê vî berî de jiyana xwe berdewam dikin."

Di sala 1990an de li Dêrsimê heyama hikûmeta Tansu Çîller de 800 gund hatin şewitandin û valakirin. Gundî bûn penaber û ketin nava metropolan, xizanî,feqîrî û izabên mezin kişandin. Mafê wan yê jiyanê û yê mirovahiyê hatin binpêkirin. Rayedarên komeleya mafê mirovan amaje bi wê yekê kirin ku heman buyer niha jî pêk tên û mafê welatiyan tên binpêkirin.

Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan ya Dêrsimê Gûrbuz Sonmez dibêje: "Salên berê şewitandina gundan, binçavkirin û kuştinên kiryarên wan ên ne diyar û torosên spî hebûn. Niha jî heman tişt li Sûr, Cizir, Nisêbîn û Geverê pêk tê. Berê gund dihatin şewitandin niha bajar tên şewitandin û avahî bi ser sere welatiyan de têne xerakirin."

Malbata Sûnger amaje bi wê yekê dike ku wan heta niha gelek zehmetî kişandiye û êdî dixwazin ku aştî û aramiyek bikeve nava welêt. Herwiha rayedarên saziyê jî dibêjin ku niha 11 heremên dêrsimê wek heremên qedexekirî hatine ragihandin ku di salên raborî de jî rûdanên bi vî rengî hatibûn jiyandin.