Qamişlo: Xuleke perwerdeya çavdêriya mafên Mirovan

Navenda Biratî ya mafên mirova li bajarê Tirbespiyê, xuleyeke perwerdeya belgekirin û çavdêriya mafên mirovan, di bin diruşma “Çavdêrê Mafan Be” birêve çû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/636920a9-0557-4704-b9be-456b869ab965/birati-tirbespi-rojava.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Navenda Biratî ya mafên mirova li bajarê Tirbespiyê, xuleyeke perwerdeya belgekirin û çavdêriya mafên mirovan, di bin diruşma “Çavdêrê Mafan Be” birêve çû.

Pirojeya vê xuleyê, di dibin serpereştiya rêxistina “Euro Mutewesitiye” ya mafên mirovan de birêve diçe û di heyama sê mehan de, dê nêzî 125 mafnasan li seranserî Rojavayê Kurdistanê perwerde bikin.

Sekreterê Cîbicîkar yê Saziya Biratî Muhemed Ebtan ji K24ê re derbarê vê xuleyê de axivî û got: “Ev xula me ji 4 mijarên girêdayî çavdêriya mafên mirovan bû. Kesên beşdarî vê xulê bûn mafnasên rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan bûn, ku ew jî hindek agahî li cem wan hebûn û guherîna helwestan hate kirin.”

Hevrêza Nivîsgiha Navenda Biratî li Tirbespiyê Nûra Hisên jî ji K24ê re got: “Ev xule ji rêxistinan re hate lidar xistin û di heyama 14 rojan de derbarê çavdêrî û belgekirina binpêkirinên mafên mirovan hatin perwerdekirin, kesên amade bûn, kurd û pêkhata Ereb û Xiristyanî bûn.” 

25 kes tevlî vê xulê bûne û Piraniya beşdaran, ji rêxistinên sivîl yên mafên mirovan e. Li gorî berpirsên saziyê, armanaca wan avakirina tîmekê ji çavdêran, ku binpêkirina mafên mirovan li Sûriyê bi tevayî belge bikin.

Zoha Henna ku ji rêxistina Asûriyan ya Demokratîk e, ji K24ê re derbarê xulê de got: “Sûda herî mezin bo me, em perwerde bûn û çanda çavdêriya mafên mirovan li ba me çêbû. Em wek gelê Sûriyê pêdiviya me heye ku em nasbikin bê mafê me çi ye, da ku em karibin daxwaz û berevaniyê di ber de bikin.”

Mafnas Ebdulrehîm Elî jî got: “Ji destpêka krîza Sûriyê de, gelek binpêkirina mafên mirovan hate kirin, pêwist e em zanibin ev binpêkirina mafên mirovan çawa li gorî yasa û pîvanên navnetewî bikar bînin û em çawa karibin van binpêkirinan bikin dekomentan û radestî dezgeh û saziyên navnetewî bikin.”

Navenda Biratî ya mafên mirovan di sala 2013 an de hatiye damezrandin, 6 şaxên wê li Rojavayê Kuristanê, ji Tirbespiyê ta bi kobanê hene.

Ta niha û Li ser asta Sûriyê bi tevayî, navenda Biratî gelek binpêkirinên mafên mirovan li Serê Kaniyê û Kobanê, herweha li Reqa û Helebê belge kirine.