Demîrtaş û Muslim serdana Amerîkayê dikin

Hevserokê HDPê Selahettîn Demîrtaş û Hevserokê PYDê Salih Muslim serdana Washingtonê dikin û beşdarî konfiranseke taybet bi rola Kurd li Rojhelata Navîn dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahettîn Demîrtaş û Hevserokê PYDê Salih Muslim serdana Washingtonê dikin û beşdarî konfiranseke taybet bi rola Kurd li Rojhelata Navîn dikin.

Biryar e sibe, Hevserokê HDPê Selahettîn Demîrtaş û Hevserokê PYDê Salih Muslim bighine Amerîkayê û li roja înî 29 Nîsanê beşdarî konfiranseke taybet bi guhertinên li Rojhelata Navîn û rola Kurdan bibin.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e Demîrtaş digel hin berpirsên Wezareta Derve ya Amerîka re hevdîtinan pêk bîne, lê heya niha nayê zanîn ku Salih Muslim wê digel ti rayedarên Amerîkî bicive yan na.

Sala borî Amerîka rê neda Salih Muslim serdana Amerîka ji bo beşdarîkrin di konfransa taybet bi guhertinên li Rojhelata Navîn bike, lê îsal rê bo wî hatiye dan û vîzeya Amerîkayê jî wergirtiye.