Şandeke ENKSê ligel Parlemantoya Frensayê dicive

Şandeke ji Encûmena niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi Komîteya Peywendiyên Derve li Parlemantoya Frensî civîya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke ji Encûmena niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)  bi Komîteya Peywendiyên Derve li Parlemantoya Frensî civîya.

Li gor daxuyaniyeke ENKSê, ku şandeke wê ku ji Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco pêk dihat; li Parîsê bi Komîteya Peywendiyên Derve li Parlemantoya Frensî civîya.

Li gor ENKSê, ku rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û Cenêvê, xalên sereke yên hevdîtinê bûn, herwiha ENKSê tekezî ser derbasbûna Pêşmergeyên Rojava ji bo Rojavayê Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve komîta Fransî tekezî li ser pêşkêşkirina alîkarî û piştgîriyê ji bo ENKSê kir û mana ENKSê di danûstandinên Cenêvê de bi giring da zanîn.