150 leşkerên Amerîkî gihêştin Parêzgeha Hesekê
K24 – Navenda Nûçeyan
150 leşkerên Amerîkî gihêştin Parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê.
Li gor hin raporan 150 leşkerên Amerîkî ku di nava wan de jî efser jî hene gihêştin bajarê Rimêlanê.
Ev gava piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Barak Obama biryar da 250 leşkeran bişîne Sûriyê jbo alîkarî û perwerdekirina hêzên deverê di şerê wan de li dijî DAIŞê, berî destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarê Minbicê.