De Mistura ; Her 25 xulekan welatiyekê Sûriyê tê kuştin

Li gor De Mistura ti pêşbînî derbarê vegerandina danûstandinan de nînin, lê dibe ku, dibe ku, gerek yan du gerên civînan li Tîrmeha bê pêne encamdan.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ragehand ku, her 25ê deqîqan welatiyekê Sûriyê canê xwe ji dest dide.

Duh, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura civîneke taybet û girtî bi Encûmena Neteweyên Yekbûyî re pêkanî, tê belgeyek ji 7 rûpelan pêşkêşî NY kir, piştî civînê daxuyaniyek ragehand tê de daxwaz ji Rûsya û Amerîkayê kir ku, wê hawlên parastina wê agirbestê bikin û şer daku, şer bi dawî were.

De Mistura da zanîn ku, her 25ê deqîqeyan welatiyekê Sûriyê ji encama şerûpevçûna û topbarankirinê tê kuştin. Aşkere kir ku, agirbest li parêzgeha Helebê Sê cihên din tê binpêkirin.

Li gor De Mistura ti pêşbînî derbarê vegerandina danûstandinan de nînin, lê dibe ku, dibe ku, gerek yan du gerên civînan li Tîrmeha bê pêne encamdan.