Komando yên Zêrevanîyê, meşq û rahînan encamdan
K24- Bendav a Mûsil
Gerek a meşq û rahînan a Pêşmerge yên Komando yên Zêrevanî bi daw hat, ku ji alîyê hevpeymanan li bendav a Mûsilê hatibû rêkxistin.
Di pişkek a axivtin ên xwe de bo Kurdistan24, Ezîz Weysî Banî, fermandar ê Pêşmerge yên Zêrevanîyê, got: Pêşmerge ji encam a wê ezmûn a ji şerr diwergire, dihîne bi awayek a zêdetir zanistî dike, piroveyê li ser dike, dakû bikare di war ê piraktîkî(karînî)de carek a din bi awayek a baştir peyrew bike.
Ji alyek dî ve, rayîd Mustefa fermande yê Betalyûn a Komando yên Zêrevanî bo Kurdistan24, got: Ew girûp ên Hevpeymanan ku ji welat ên dûr hatine û li vir meşq û rahînan bi efser û pêşmergeyan dikin, bi rastî karek ê gelek pîroz û giring dikin. lew Em gelek giringîyê bi vî karî didîn.
Herweha got: Ew ên ku heval ên Me yên efser û Pêşmerge hû dibin, wane yên gelek giringin, lew me gelek caran pêdivî bi vê cor a meşq û rahînan heye di warê piraktîkî de.
Sitar Ebdulqadir ku Pêşmergeyek, ew jî li ser evê gerrê, got: Ev gerr a girûp a Hevpeymanan bi rastî, mifayek a mezin heye, bi taybetî ji alî yê mînrêjî û şerr ê tax bi tax û çawanî ya pilandananê. Bi rastî bi hemû awayekê pêdivîyek a baş bû.