YPG termê leşkerekî Rûsî bi çend serkirdeyên DAIŞê vedghure

Leşkerê Rûsî di 26ê Şubata borî de li bajarê Tedmûrê yê dîrokî li Sûriyê hatibû kuştin.

K24-Navenda Rûsyayê

Yekîneyên Parstina Gel(YPG) termê leşkerekî Rûsî bi navê Alexander Pro Khrenko ku, berî niha li bajarê Tedmûrê hatibû kuştin bi çend serkirdeyên wê rêxistinê re veguhertin.

Derbarê veguhertina  termê wî leşkerî, rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Piştî sê heftiyan ji danûstandinê, Yekîneyên Parstina Gel(YPG) termê leşkerekî Rûsî bi navê Alexander Pro Khrenko ku, berî niha li bajarê Tedmûrê hatibû kuştin bi çend serkirdeyên DAIŞê di proseyekî veguhertina dîlan de vegerand."

Rewangehê da zanîn ku, danûstandin di navbera DAIŞê û YPGê derbarê veguhertina dîlan di 3ê vê mehê de destpê kirbûn.

Ji aliyê xwe ve jî Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina gel(YPG) Rêdûr Xelîl ji ajansa "Sputniknews" ra ragehandibû ku, wan li ser daxwaza Rûsyayê termê wî leşkerî bi proseyekî vegerandin, bê ku, behsa çawaniya vegerandina wî termî bike, tenê da zanîn ku, armanca wan ji wê proseyê mirovî bû.

Rejîma Sûriyê di 24ê Adara borî de bi alîkariya firokeyên Rûsyayê bajarê Tedmûrê kontirol kir, di piroseya kontirolkirinê de leşkerekî Rûsyayê dema cihê DAIŞê ji firokeyên welatê xwe re li bajarê Tedmûrê destnîşan kirin hate kuştin.

Leşkerê Rûsî di 26ê Şubata borî de li bajarê Tedmûrê yê dîrokî li Sûriyê hatibû kuştin.