Gotebêj ê BÎK: Kurd li Xurmatû şaşîyek a sitratîcî ya mezin kirîye.

Gotebêj ê Bizav a Îslamî ya Kurdistanê, ragehand: Nbe hêz a Pêşmerge li gel hêz ên Mîlîşya bihê hevberkirin û ji Xurmatû biçin derve. Amaje bo ewê jî kir, eger Kurd êwilî be ku Pêşmerge ji Xurmatû biçe derve, Hevrûşî şaşyek a sitrtîcî mezin dibe.

K24- Hewlêr

Gotebêj ê Bizav a Îslamî ya Kurdistanê, ragehand: Nbe hêz a Pêşmerge li gel hêz ên Mîlîşya bihê hevberkirin û ji Xurmatû biçin derve. Amaje bo ewê jî kir, eger Kurd êwilî be ku Pêşmerge ji Xurmatû biçe derve, Hevrûşî şaşyek a sitrtîcî mezin dibe.

Di pişikdarî ya xwe li pirogram a Behs a Rojê, li Kurdistan24, Ebdûllah wertî, gotebêj ê Bizav a Îslamî ya Kurdistan(BÎK) ragehand: Kurd hevrûşî şaşyek a sitartîcî mezin bûye, heke li gel Heşd a Şeibî rêkkvtibin ku Pêşmerge ji xurmatûyê bi derkeve.

Got jî: Çima dibe Pêşmerge ji Xurmatû biderkeve, Pêşmerge Mîlîşya nîne, Pêşmerge heêzek a nîştîman perwer û xebatkar ê qurabanîdere. Di navend ên nêvdewletî û destûrî yên Îraqê, Pêşemerge wek sûpa yê Îraqê hatîye hijmartin, nabe li gel hêzek a Mîşya bihê hevberkirin.

Ebdûllah Wertî, tekez kir: Heke ev hatibe kirin û Pêşmerge li gel Heşd a Şeibî hatibe hevberkirin, anku Pêşmerge jî wek wan xelk kuştine, erê eve Raste? Erê Pêşmerege li Xurmatû bo Paraztin a can ên hevwelatî yên Sîvîl ên Kurd, Turkuman, Şîe û Sûnneyan yan bo koştin a wan? Yan Qennas di dest ên wan  Mîlîşya yên Heşd a Şeibî de3 ye ûhevwelatîya li şeqamê dikujîn? Ewin teqyê dikin û xelkê dikujin û li ba wan giring ewe mirovek ê Kurd bikujin.

Ev di demekê deye, duhî 24ê/ Nîsanê, herdû şand ên Kurdî û Heşd a Şeibî li ser alozî yên Xurmatû kom bûn û herdû alî li ser vekişandin a hêzan bo derve ya Xurmatû û rêk kevtin ku tenê asayîş û polîs di nav bajar de bimînin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/32a25c4e-93bc-48b8-87f0-327a2c221582/Abdula%20warty%20Hashd.ism/manifest