Aştin Karter: Pêdivîye 400 milyon Dolaran bidîn Pêşmerge.

Wezîr ê bervanê ya yê Emerîkayê Aştin karter, Di panêl a berevanî ya wezaretê, li Weşintinê, behs a wê yekê kir ku pêdivîye 400 milyon Dolaran bidin hêz a Pêşemerge û carek a din hêz a pêşmerge wek karîgertirîn hêz li dijî Daişê dazanîn.

K24- Hewlêr

Aştin Karter, ragehand: Harîkarî ya Pêşmerge, giringîyek a mezin heye li şerr ê dijî Daişê û Emerîka di helmet a xwe de li dijî Daişê  li Îraq û Suryayê dê berdewam be.

Hevdem Aştin Karter, tekez kir li ser danan a budceyek  a taybet bo harîkarîkirin a hêz ên Îraqê bo kontirol vekirin a Mûsilê.

Ev di demekê de ye ku rêveberî ya Barak Obama, serok ê Emerîkayê, karûbar ê welat li dawî evsal dê radest bike, lê divê bûdceyek a baş bo wezaret a berevanîyê bidane bo sal a 2017yê.

Her di wê panêlê de aştin karter amaje bi hinartin a hêz ên zêdetir kir bo Surya û Îraqê û berjengî ya zêdekirinê jî bi dûr nezanî, nemaze heke pêşkevtin ên zêdetir nehatin tomarkirin.