S.R.K-S Rêveberiya Xweser bi şewtandina ARTA FM tometbar dike

Duh, çend kesên nenaskirî li bajarê Amûdê dezgeha ARTA FM şewitandin, berepirsê dezgehê jî alîgirên Rêveberiya Xweser bi şewtandina dezgehê tometbar kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê şewtandina dezgeha ARTA FM şermezar kir û  Rêveberiya Xweser bi kiryarê jî tometbar kir.

Tometên Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistana Sûriyê ji Rêveberiya Xweser re di beyanameyekî de hat belavkirin di wê beyanameyê de Sedîkeyê da zanîn ku, ev ne cara yekeme ku, karmendên Radyoyê ji aliyê desthilatdarên Rêveberiya Xweser ve rastî êşkenceyan dibin, diyar kir ku, ew wê kiryarê şermezardikin û qebûlnakin.

Sendîkeya Rojnamevanan di daxuyaniya xwe de daxwaza lêpirsîn û lêkolînekê derbarê bûyerê de kir, daku, kesên bi wê şewatê rabûn werin sizakirin. Herwiha Sendîkeya Rojnamevanan hêvî kir ku, bi zûtirîn dem Radyoya ARTA FM dest bi bexşa xwe li Rojavayê Kurdistanê bike.

Duh, çend kesên nenaskirî li bajarê Amûdê dezgeha ARTA FM şewitandin, berepirsê dezgehê jî alîgirên Rêveberiya Xweser bi şewtandina dezgehê tometbar kir.