Sefîn Dizeyî: Me komek a xal ên Hevpişik hene li gel Turkîyayê

Sefîn Dizeyî, gotebêj ê hikumet a Herêm a Kurdistanê, ragehand: Herêm a Kurditstanê li gel welat ê Turkîyayê xal ên Hevpişik gelêekin û komek a xalan Herêm a Kurdistanê û Turkîyayê bi hev re girê didin. Lew dikarîn di bwar ên cûdacûda de mifayê jê wergîrîn. Herweha ev welat di dem ên bûrî de harîkarî ya darayî ya Herêm kirîye bi awa ya qeran.

K24- Hewêr

Sefîn Dizeyî di hevpeyvînekê de bo mêdyayan ragehand: Em wek Herêm a Kurdistanê û Turkîyayê me xal ên hevpişik hene, komek a xalan me heye, me bi hev re girê didin, çi ji alî yê abûrî ve çi ji alî yê civakî ve. Xal ên me yên hevpişik zêdetirin ji xal ên cuda. Dibe em wan xal ên hevpişik  bika bihînîn, bo berjewendî ya herdû alîyan, nemaze jî bo bwar ê asayîş û jêrxan a abûrî, çunku Turkîyayê ezmûnek a mezin heye di vê bwarê de.

Herweha Sefîn Dizeyî dibêje: Dikarîn di bwar ên cûdacûda ,wek nimûne, çandin û geştûguzar mifayê ji Turkîyayê wergirîn. Di dem a bûrî de Turkîyayê çi wek qer çi wek harîkarî, harîkarî ya Herêm a Kurdistanê kirîye. Derazînkek a giring a abûrî di navber a Herêm a Kurdistanê û Turkîyayê heye, ku derazînk a Îbrahîm Xelîle.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d31f8518-cc7b-48e1-ba74-d6bc23a4325b/safin%20dzaiy.ism/manifest