Demîrtaş bo xurtkirina pêwendiyan serdana Amerîkayê dike

Yuksel amaje kir jî, ku Demîrtaş dê ligel Wezareta Derve û Koşka Spî hevdîtinan bike, herwiha şanda ligl Demîrtaş jî dê li Kongressê û cihine din bikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2a21862e-e984-4108-b638-80e2cddadcdd/mhammad%20yuksel.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê HDPê Selahettîn Demîrtaş serdana Amerîkayê bike û li roja înî 29 Nîsanê beşdarî konfiranseke taybet bi guhertinên li Rojhelata Navîn û rola Kurdan bibe. Herwiha hat ragihandin jî ku Hevserokê PYDê Salih Muslim jî ligel Demîrtaş serdana Amerîkayê bikira. 

Nûnerê HDPê li Washingtonê Mihemed Yuksel ji K24ê re aşkere kir ku, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim serdana Amerîkayî nake û dê bi riya satellitê beşdarî konfiransê bibe.

Yuksel derbarê serdana Hevserokê HDPê Selahetîn Demîrtaş bo Amerîkayê de diyar kir ku, hatina Demîrtaş bo pêwendiyên di navbera HDPê û hikûmeta Amerîkayê de xurtir bike.

Yuksel amaje kir jî, ku Demîrtaş dê ligel Wezareta Derve û Koşka Spî hevdîtinan bike, herwiha şanda ligl Demîrtaş jî dê li Kongressê û cihine din bikin.

Yuksel derbarê mijarên ku bêne behskirin de aşkere kir, rewşa dawiyê ya di ser Bakurê Kurdistanê re derbas dibe dê were behskirin, herwiha rewşa Kurd li tevahiya Rojhilata Navîn dê gelek pirsgirêk bêne behskirin.

Derbarê tevlîbûna Hevserokê PYDê bo civîna li Amerêkayê de, Yuksel diyar kir ku, tevlîbûna Muslim jî bo li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê biaxive, be.