Li Qamişlo topên Tirkiyê li dergûşên zarokan ketin
K24- Qamişlo
Roza 4 mehî di dergûşa xwe de nivistî bû ,guleyeke ji sînorê di navbera Rojava û bakûrê Kurdistanê ve li linigê wê ket û bi giranî birîndar kir , ew gule bû sedema jêkirina linigê wê , Li gor malbata Roza nojdarên deverê lingê keça wan bi 12 kêlan dirûtin û pêşbîne ku, di heyama 2 mehan de bi ser hev de bê.
Derbarê bûyerê Bavê Roza Riyad wiha ji K24ê re got: "Dengê kurmînekê ji odê hat, kecika min kir hewar hewara wê bilindbû, min nerî ku, xwîn ji laşê wê tê xwar , min gule li odeyê dît , min kica xwe ber bi nexwşxaneyê ve bir , Diktor neştergerî ji bo wê çêkir.
Di 14ê meha adarê de şerûpevçûnên dijwere di nav bera Yekîneyên Parastina Sivîlan(YPS) û Artêşa Tirkiyê de li bajarê Nisêbînê didomin , di encama de rojane bi dehan top û gule bi ser bajarê qamişlê de dibarin , Ev yek jî dibe sedema hebûna hejmarek qurbanî û birîndaranو piraniya wan zarokin.
Derbarê vê mijarê birîndarek ji K24ê re wiha axifî: "Dengekî bihêz hat, tiştek li serê min ket , bavê min ez birim nexwşxanê , nojdaran serê min 5 kêlan dirûtin."
Li gor pizîşkan heta niha avêtina guleyan bi awayeke koran e, bûye sedema kuştina zarokekî 14 salî û birîndarkirina 12 kesên sivêl.