Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dibe endama ECOSOKê ya NY

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dibe endama Encûmena Aborî û Civakî “ECOSOK” ya ser bi Netewên Yekbûyî (NY) ve. Herwiha bi vê yekî jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikare beşdarî civînên wê encûmenê û civînên NY bibe.

K24 – Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dibe endama Encûmena Aborî û Civakî “ECOSOK” ya ser bi Netewên Yekbûyî (NY) ve. Herwiha bi vê yekî jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikare beşdarî civînên wê encûmenê û civînên NY bibe.

Di civîna ECOSOKê ya meha Nîsanê de, biryar hate dayîn ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek rêxistineke nefermî bibe endama Encûmena Aborî û Civakî “ECOSOK” ya ser bi NY ve.

ECOSOC ky berpirsyar e ji ber avakirina hevahengî û birêvebirina 14 ajans û komîteyên ser bi NY ve,  yek ji armancên wê yê sereke girîngiyê dide dosyên aborî, civakî, siyasî, çandî û tenduristî, herwiha mafên mirovan.

ECOSOC ji 54 endaman pêk tê, her sê salan jî 18 endaman hildibijêre bo birêvebirina karê wê encûmenê.

Şêwirmendê hikûmeta Herêma Kurdistanê Peter Coşî got: “Bo me Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, hevbeşkeî girîng e bo dabînkirina hevkarî û pêwîstiyên penaberên ku li Herêma Kurdistanê dimînin, kiriye. Bi hev re jî me gelek kar û proje encam dane û dezgeheke xwedî karîn û stafeke baş e. Bi endametiya wê di encûmenê de dikare li ser asta cîhanê nastir bibe, ku dikare hevkariyên zêdetir ji rêxistinên ser NY ve bo penaberan dabîn bike.”

Herwiha bi endametiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di ECOSOCê de, NY dikare piştevaniya proje û pêşniyarên wê dezgehê bike, di demên pêş de jî pêwîst e Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbarê kar û çalakiyên xwe raportekê pêşkêşî ECOSOCê bike. Herwiha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikare li cihekî nûnertiya projeyên NY û birêvebirina wan projeyan bike.

Ji aliyekî din ve, bi endametiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di ECOSOCê de, gaveke girîng e ku dê bibe dengê Kurd di nava rêxistinên NY de. Herwiha dikare pêwendiyên rasterast ligel hemû rêxistin û ajansên ser bi NY ve ava bike û dengê Kurd bigihîne lûtkeya civaka Navdewletî.