Asayişa Rojava DAIŞ û rêjîmê bi teqînan tuhmetbar dike

Li beramberî taxa Tey ya ku piraniya xelkên wê ji pêkhateya Ereb in, Kesekî xwekuj xwe di nava rêbendeke grêdayî Asayişa Rojavayê de teqand, Li gor Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojava di encama teqînê de 5 endamên asayişê canê xwe jidest dan û 4 endamên din jî birîndar bûn. Herwiha ziyanên madî yên berçav gihştin otomobîl û malên ku li derdora rêbendê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/282ff14e-5a9a-4baa-b9c5-5d09343e70c4/teqin%20%E2%80%93%20qamishlo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li beramberî taxa Tey ya ku piraniya xelkên wê ji pêkhateya Ereb in, Kesekî xwekuj xwe di nava rêbendeke grêdayî Asayişa Rojavayê de teqand, Li gor Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojava di encama teqînê de 5 endamên asayişê canê xwe jidest dan û 4 endamên din jî birîndar bûn. Herwiha ziyanên madî yên berçav gihştin otomobîl û malên ku li derdora rêbendê.

Berpirsê Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojava Ciwan Îbrahîm derbarê teqînê de ji K24ê re axivî û got: “Di encamên lêkolînan de neqaş tê kirin, li ser çibicîkirina DAIŞê û egera ku pîlan ji rêJîmê be. Raportên hewlgirî hene dibêjin ku rêjîmê DAIŞ derbas kiriye û hin karên wan yên hevbeş dibe ku li qamişlo hebin”

Piştî rûdana teqînê Asayişa Rojava bazeneke ewlehiyê li derdora cihê bûyerê danî Û qedexeya cûn û hatinê li deverê sipand. Herwiha asyişê rêbendên nû li seranserî cadeya ku dikeve navbera taxa Tey û başûrê Qamişlo danî.

Li gor endamên asayişê ev yek tê di çarçoveya bihêzkirina karên ewlehiyê li taxa Tey, ji ber ku piraniya otomobîlên teqîner û kesên xwekuj ji başûrê Qamişlo derbasî nava bajêr dibin

Endamê Asayişa Rojava Basil bo vê derbarê de ji K24ê re got: “Em bi danîna keveran parastina asayişa xwe dikin. em xalên xwe tund dikin, piraniya pirsgirêkên me ji taxa Tey tên, ew xwe di nav me de bi mîtor û otomobîlan diteqînin. Em dixwazin xalên xwe asê bikin.”

Tê zanîn ku, di hefteya borî de jî di armanckirina rêbendên nêzîkî taxa Ereban li Qamişlo, 5 endamên asayişê û kesên sivîl canê xwe jidest dan.