Qamişlo: Pirsgirêkên kirîn û firotina xanûberên dewletê

Li bajarê Qamişlo pirsgirêkên kirîn û firotina xanûberên dewletê û bikaranîna wan ji bo berjewendiyên taybet, ji alî hindek kesan ve birêve diçe. Şaredariyên deverê û bi alîkariya hindek dezgeh û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser wek komîn û malên gel, lêpirsînan li ser van pirsgirêkan çê dikin, daku çareseriyekê ji wan re bibînin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/93e966c5-12b7-409c-ba47-55ab50007fbd/saredari-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo pirsgirêkên kirîn û firotina xanûberên dewletê û bikaranîna wan ji bo berjewendiyên taybet, ji alî hindek kesan ve birêve diçe. Şaredariyên deverê û bi alîkariya hindek dezgeh û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser wek komîn û malên gel, lêpirsînan li ser van pirsgirêkan çê dikin, daku çareseriyekê ji wan re bibînin.

Hin welatiyên bajarê Qamilo di van her pênc salên dawî de, dest danîne ser hejmarek xanûberên dewletê, bi behaneya kirîna van xanûberan ji hin dezgehên fermî di demên bûrî de, mîna gulîstanên giştî, ku ji berjewendiyên xwe yên kesayetî re bikar tînîn.

Berpirsên şaredariyan dibêjin ku ev pirsgirêk derketin holê, di encama rewşa awarte de li Rojavayê Kurdistanê, ku bû sedema delîve ango derfetek ji aliyê hin kesan ve, ku van xanûberan bikar bînin û ewê rê nedin ti kesî ku van kiryaran bikar bînin bêyî belgeyên fermî.

Hevserokê Şaredariya Qamişlo ya Rojhilat Şêrzad Ibrahîm di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Di destên me de belge hene û ew kesên van xanûberan bikar tînin, heger belgeyên xwe pêşkêş bikin, dê pirsgirêk were çareser kirin. Dibe ku hindek alozî û pirsgirêk çê bibin, ji ber hin kes koçberî derveyî welat bûne. Em wek şaredarî amade ne ku ligel wan van pirsgirêkan çareser bikin.” 

Li gorî nexşeya rêxistinî ya bajarê Qamişlo, bi sedan kêşeyên bi vî hawî bê çareserî mane, nemaze ku hindek karmendên rêjîmê ev derfet didane hejmarek ji welatiyan beramberî hindek qizincên madî, dûrî çavdêriya berpirs û saziyên ewlehî. Li gorî dezgeh û saziyên rêveberiya xweser, ew hewldanan dikin ku van pirsgirêkan hêdî hêdî çareser bikin.