Îran seferê bo bajarek ê Turkîyayê Heram dike

Rêber ê komar a Îslamî ya Îranê, sefer a îranîyan bo bajar ê Entalîya ya Turkîyayê bi karek ê Heram nav bir.

K24- Hewlêr

Rêber ê komar a Îslamî ya Îranê, sefer a îranîyan bo bajar ê Entalîya ya Turkîyayê bi karek ê Heram nav bir.

Li gor nûçeyek a rojname ya Cewan a Îranî, Elî xamneyî, rêber ê Îranê, ragehand: sefer a hevwelatî yên Îranî bo bajar ê Entalîya ya Turkîyayê Herame. Daxwaz jî ji berpirs ên welat ê xwe kir, li gor yasayê rê nedin rêklam bo evan cihan bihê kirin ku cihê rêxweûkirinê ye bo xirabkarîyê ku li gor nerîngeh a Îslamê ve, heramin.

Li gor amar ên salane, zêdetir ji çar milyon Îranî serdan a Turkîyayê dikin û berpirs ên Îranî jî diragehînin, çi yê din rê nadin vîze ya restewxo ji Îranê ve bihê dan bo wan welat ên seferkirin a wan hatîye heramkirin.

Entalîya yeke ji wan bajar ên geştyarî yên Turkîyayê li ser ast a dever ê û cîhanê hatîye nasîn û salane hijmarek a mezin ji geştyaran ji cîhanê serdan a wê dikin.