CHP rapora xwe ya derbarê Cizîrê ragehand

Şandeya CHPyê di raporê de diyar kirin ku, divê Cizîr wekî herêmek wêran were pênase kirin û li gor wê alîkariya Cizîrê were kirin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Gel a Komarê CHP rapora xwe ya derbarê navçeya Cizîrê de eşkere kir.

Berî niha şandeya CHPyê bi Serokatiya Cigîrê Serokê Giştî Sezgîn Tanrikulu û parlementera Îzmîrê Zeynep Altiok de li navçeya Cizîrê taxên Yafes, Cudî û Nûrê derbarê encama şer û pevçûnan de lêkolînan kir û raporek amade kir.

Di raporê de hat ragihandin ku, di têkoşîna li dijî terorê de pêwîste hêzên ewlekariyê mafê mirovan binpê nekin. Ger kesên ku, mafên mirovan binpêkirine divê derbarê wan de doz were vekirin. Divê di ware xizmetên tendûristî, perwerdehî, civakî û aborî de alîkariya welatiyan were kirin.

Herwiha di raporê de wiha jî hatiye:"Divê ewlekariya mal û canê welatiyan were parastin."

Şandeya CHPyê di raporê de diyar kirin ku, divê Cizîr wekî herêmek wêran were pênase kirin û li gor wê alîkariya Cizîrê were kirin.